Li ser rêya Amed û Farqînê wesayîta ku teqle avêt bû xurde: 2 birîndar

Li ser rêya Amed û Farqînê otomobîla ku ji kontrolê derket û teqle avêt, di qezayê de 2 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Amed û Farqînê, li nêzîkî xaçerêya Zanîngeha Dîcleyê hat holê.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, wesayîta sivik a SUV a bi plakaya 27 ADR 210 ku ji aliyê Farqînê ber bi Amedê ve diçû û ajokarê wê kontrola dîrenksiyonê winda kir, teqle da û derbasî şerîda beramber bû.

Wesayîta SUV a sivik ku li şerîda beramber li wesayîteke din qelibî û rawesta, hema bêje bû xurde. Di qezayê de 2 kesên di wesayîtê de bûn birîndar bûn. Birîndar, piştî müdaxeleya yekem a tîmên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê, bi ambûlansê hatin veguhastin bo nexweşxaneyê.

Li ser rêya Amed û Farqînê ku qeza lê çêbû, rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye