Li çarrêya Akademîya Şofêran a li ser rêya Êlih-Dîyarbekirê, wesayîtekê bi plaqeya 07 AUS 806 û qamyoneke bi plaqeya 48 KL 639 li hev ketin û qezayeke trafîkê çêbû.
Di qezayê de çar kes birîndar bûn û rewşa du kesan jî giran e.
Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên AFAD, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndarên ku ji aliyê ekîban ve ji wesayîtê hatin derxistin, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê re hatin birin.
Hat îfadekirin ku ji birîndaran du kes rewşa wan giran in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)