Li ser rêya Bêtlîs-Wanê qamyonek û otobûsek rêwîyan li hev qelibîn: 13 birîndar

Li ser rêya bejahî ya di navbera navçeya Tetwan a Bedlîsê û Wanê de, li nêzî gundê Koyluca, di qezaya trafîkê de 13 kes birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Tetwan-Wan, li nêzî gundê Koyluca, dema ku qamyonek bi plaqeya Îranê ku ber bi Wanê ve diçû, li otobûsek rêwîyan a ji aliyê Wanê ve dihat, qewimî.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên cendirme, AFAD, îtafîye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li cihê bûyerê alîkariya ewil ji birîndaran re hat dayîn.

Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e û li nexweşxaneyê hatine dermankirin.

Her çiqas sedema qezayê hêna nehatiye diyarkirin jî, hat dîtin ku di konteynerên ku maddeyên li ser rê belav bûne û ji hêla qamyonê ve hatine hilgirtin de "Sodyûm Lauryl Ether Sulfate" hebû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

81 wîlayetan de 746 kesî ke ameyêne gêrayîş, ameyî tepiştiş
Li xaçerêya rêya Çinar-Qîlwa otomobîl û qamyon li hev ketin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.710 kesan
Bi sedan zarokan re cil û berg belav kir
6 şikdar hatin binçavkirin