Li ser îxbarê, tîmên Midûrîyeta Îtfaiyeya Şaredariya Darahênê (Genç) û tîmên îtfaiyeya Şaredariya Licê ji bo herêmê hatin sewqkirin. Di encama xebata hevpar û koordîneyî ya tîmên ku gihîştin cihê bûyerê de, şewat hat kontrolkirin û vemirandin.
Piştî vemirandina agiran, ji aliyê tîmên îtfaiyeyê ve xebatên sarkirinê yên li herêmê hatin temamkirin. Di encama şewatê de, qamyonet û klîmayên tê de barkirî bûn bi temamî şewtîn û êdî nayên bikaranîn.
Di bûyerê de tu kesek mirî an jî birîndar nebû û ji bo sedema derketina şewatê lêkolîn hat destpêkirin.
Dengê Xana Axpar