Qeza, li ser rêya Silopî-Cizîr li nêzî gundê Pinarê qewimî.
Li gorî agahiyan, qamyonek ku şofêr û plaqeya wê hêj nayê zanîn, ji Silopî ber bi Cizîr ve diçû, dema ku derbasî rêça dijber bû û li wesayîtek bi plakaya 47 ACR 168 qelibî.
Ji ber pevçûnê pênc kesên di wesayîtê de birîndar bûn. Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye, polês û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin lê hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)