Li ser rêya Diyarbekir-Erxenî qeza: 6 birîndar

Wesayîta ku li ser Rêbeja Diyarbekir-Erxenî di rêya Erxenîyê de diçû, ji ber ku şofêrê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, derbasî rêya hember bû û li otomobîleke dinê qelibî. Di qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Li ser Rêbeja Diyarbekir-Erxenîyê wesayîta bi plaqeya 23 HH129 a ku ji aliyê Erxenîyê ve dihat, di encama ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, derbasî reya hember bû û li wesayîta bi plaqeya 21 AD 653 qelibî.

Di qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno