Li ser rêya Êlih-Qubînê qeza: 3 birîndar

Li Êlihê tankerek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Qeza, li Çarrêya Eskî Çop a ser rêya Êlih-Qubînê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 06 EGC 862 û tankerek, li çarrêyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de 3 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Piştî qezayê ji herêmê re li ser xeberdayîna mirovên derdorê ekîbîn tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar serê ewil li cîhê qezayê hatin tedawîkirin û dûre bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Birakî jiyana xwe ji dest da
Ew ê beşdarî Kongreya bajarê Wanê bibe
Bi malbatên kesên ku di bûyera Roboskiyê de canê xwe ji dest dane re civiya
Weqfa Êtîman li Bangladeşê malbatên êtîm bi tenê nehêşt
Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73.438 kesan