Li ser sînor dê ji damezrandina arteşeke terorê re destûr neyê dayîn

Piştî civîna Lijneya Wezîran a Neteweyî ya ku di bin serokatîya Serokomar Erdogan de li kullîyê hat kirin re ji teref Lijneya Wezîran a Neteweyî ve danezanek hat weşandin.

Di danezana ku hat weşandin de derbarê mijarê mîna dirêjkirina rewşa awarte, daxuyanîyên Amerîka û artêşa ku ji teref Amerîka ve li ser sînor tê xwestin bê damezrandin de nirxandin hatin kirin.

“Tirkîye diyar kiriye ew ê destûr nede li ser sînor arteşeke terorê bê damezrandin”

Di danezana ku hat weşandin de derbarê artêşa ku tê xwestin ji teref Amerîka ve li ser sînor bê damezrandin de wisa hat gotin: “ Hatiye destnîşankirin ji ber ku li Sûrîyê li hember DAIŞê micadele hema hema li ber xelasbûnê ye divê ew amûrên mîna çekan ên ku ji rêxistina terorê yên bi navê PKK/PYD/YPGê hatine dayîn bên berhevkirin. Tirkîye diyar kiriye ew ê destûr nede li ser sînor arteşeke terorê bê damezrandin û bo vê yekê tedbîrên pêwîst bistîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin