Bûyer, dîtirê şevê li gundê Sarıtepeyê yê ser bi navendê ve hat holê.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li herêma ku tê îddîakirin kolana bêdestûr dihat kirin, ji sedemek ku hîn nehatiye diyarkirin parçeyekî latê qetiya û ket ser Y.A.
Lî ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tespîtkirin ku Y.A. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Y.A. ji bo otopsiyê hate veguhastin bo morgê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Cendirmeyan di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.