Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li navçeya Şirvanê di dema xebatê ya di çêkirina Bendava Încîrê ya ku avakirina wê berdewam dike de qezaya kar pêk hat.
Di qezayê de karkerê 58 salî ku di çêkirinê de wekî operatörê mikserê dixebitî, giran birîndar bû.
Lê ser agahdarkirinê, tîmên Tenduristiyê yên Lezgîn 112 ji bo cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tespîtkirin ku karker jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê karkerê ku jiyana xwe ji dest da, ji bo kiryarên otopsiyê hat rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.