Li Sêrtê êrîş: 6 parêzvanên ewlehîyê jiyana xwe ji dest dan

Di êrêşa ku li Sêrtê hat rastkirin de 6 parêzvanên ewlehîyê jiyana xwe ji dest dan, jê 4 leşker, 3ê jî parêzvanên ewlehîyê birîndar bûn.

Di êrêşa ku li Erûha navçeya Sêrtê hat rastkirin de 6 parêzvanên ewlehîyê jiyana xwe ji dest dan, jê 4 leşker, 3ê jî parêzvanên ewlehîyê birîndar bûn.

Bûyer di saetên sibehê de li navçeya Erûhê li nêzîkî gundê Ormanardi li şantîyeyekê qewimî. Li gor agahîyên hatin wergirtin ji teref PKKyîyan ve bombeyên bi desta hatîye avêtin şantîyeyê.

Di rêrîşê de; parêzvanên ewlehîyê, Siddik Ertan, Mehmet Oktay, Abdullah Yuztaş, Seyfettîn Baykûl, Nevzat Gokçe û Mehmet Eren jiyana xwe ji dest dan. Leşker û parêzvanên ewlehîyê, Halîl Okan, Refîk Guneş, Şukru Eda, Salîh Yerçene, Mehmet Oncul, Selahattîn Guneş û Emre Dût jî birîndar bûn.

Piştî xeber hat dayîn, ekîbên tendirustîyê hatin sewqkirin cîyê bûyerê. Kesên birîndar ji teref ekîbên tendirustîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Cinazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan jî rakirin morgê.

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin