Li Sêrtê jina ku ji qata 3'emîn ket, jiyana xwe ji dest da

Li navenda Sêrtê, jina 43 salî ya diya du zarokan ku ji qata sêyemîn a avahiyekê ket xwarê, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Di bûyera ku li Sêrtê qewimî de, jina 43 salî ya ku ji qata sêyemîn a avahiyekê ket xwarê, jiyana xwe ji dest da. Bûyer, li navenda Sêrtê li ser Cadeya Nihat Aykut di apartmanekê de pêk hat. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, D.D. ya diya du zarokan, ji ber sedemekê ku hêj nayê zanîn, ji qata sêyemîn a avahiyê ket ser zemînê.

Li ser agahdarkirina malbatê û welatiyên li derdorê, tîmên Tenduristiyê yên 112an û polîs sewqî cihê bûyerê bûn. Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tespîtkirin ku jinikê jiyana xwe ji dest daye.

Piştî bûyerê, tîmên polîsan li derdorê tevdîrên ewlehiyê girtin û dest bi lêkolînê kirin. Bi bihîstina nûçeya tal, xizmên malbatê yên ku li ber avahiyê kom bûn krîza rehikan (sînir) derbas kirin û hat hînbûn ku tîmên tenduristiyê midaxaleyî hin endamên malbatê kirine. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno