Li Sêrtê şerê çekdar: 1 jê giran 4 birîndar

Li navçeya Xisxêra Sêrtê, ji ber hilbijartina şaredarîyê bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 1 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Bûyer, di seatên êvarê de li ber avahîya Qeymeqamtîya navçeya Xisxêra Sêrtê pêk hat.

Gengeşîya ku di navbera malbatên Durmaz û Ozcanê de pêk hat, di demeke kurt de ji şerê çekdarî re vegerîya.

Li gorî diyarîyên ewil di encama şerê çekdarî de D.B., L.P., R.N. û M.O. birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku rewşa D.B giran e û ew bi helîkoptera leşkerî ji Fermandarîya Tûgaya 3yemîn re hat anîtin û ji li wê derê jî bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê re hat şandin.

Li navçeyê heta seatên dereng dengê çekan nesekinîn, welatîyên ku wan dîmenan dîtin jî bi qemerayên xwe wan deman kişandin.

Hat diyarkirin ku li navçeyê cenderme û hêzên ewlehîyê yên dinê ewlehîyeke mezin girtin.

Walî Dr. Kemal Kizilkaya, ji bona ku lêgerîn bike bi helîkopterê çû Xisxêrê.

Hat ragihandin ku bi Walî re Fermandarê Cenderme yê Bajêr Tûcgeneral Emrullah Buyuk û rayedarên ewlehîyê yên dinê jî hevaltîyê kirin.

Derheqê hûrgilîyên bûyerê û sedema bûyerê de hêj daxuyenîyekî fermî nehat dayîn.

Tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê