Li Sêrtê wek qetlîamê qeza pêk hat: Di encama teqîna LPGê de 6 kes mirin

Li navçeya Misirca Sêrtê wesayîtek qelibî û bi qelibîna wesayîtê tanka LPGê teqîya, di encama bûyerê de 6 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 72 KA 229 a ku di bin îdareya Mehmet Yaşar de bû li alîyê gundê Xîsxîsa navçeya Misircê ji kontrola şofêr derket û qelibî, di encama qezayê de 5 jê zarok tevde 6 kes canê xwe ji dest dan, şofêrê wesayîtê jî birîndar bû.

Wesayîta ku hat hînbûn bi LPGê dişxule di demeke kurt de şewitî.

Di encama midexeleya ekîbên îtfaîyeyê de şewat hat tefandin, şofêr Mehmet Yaşar birîndar bû lê pîreka wî û 5 zarokên wî rehmet kirin.

Hat îfadekirin ku navê wefatîyan ev in; Aynur Yaşar, zarokên wî Berîtan, Vîyan, Bahoz, Rodî, Cudî Yaşar.

Mehmet Yaşar ku birîndar bûbû bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno