Li Setnbolê karsazekî Fîlîstînî bi sûîqestê hat kuştin

Li Stenbolê, ji wesayîtekî ku parqkiribû re bi çeka ku dengbir li ser bû êrîşek hat lidarxistin, di encamê de Fîlîstînîyekî canê xwe ji dest da, yek jê giran 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li Taxa Hamîdîyeya Kagithaneyê pêk hat.

Hat hînbûn zilamê ku hatîye kuştin karsazekî Fîlîstînî bûye û bi çeka ku dengbir li ser bûye hatîye kuştin.

Parêzvan û hevalê karsaz jî di êrîşê de birîndar bûne.

Derheqê êrîşê de ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin û hat îfadekirin ku di seat 22.30yan de di encama êrîşa ku hatîye lidarxistin de A.K. (30) biyanî, hevalê wî F.M. ku ew jî biyanîye giran birîndar bûne, E.K.yê ku parêzvanê A.K.ye jî ji nigê xwe birîndar bûye.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li cîhê bûyerê çekek ku li ser dengbir hebûye û gelek gule hatine dîtin.

Hat diyarkirin ku ji bo faîl bêne qefaltin tehqîqateke berfireh hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê