Li Sêwasê ji ber qeşa û cemedê otobûsa xwendekaran qeza kir: 10 kes birîndar bûn

Li navçeya Yildizeli ya Sêwasê li ser rêya ku ji berf û qeşayê bû, otobuseke dibistanê wergeriya. Di qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Wesayîta servîsê ku nasnameya ajokarê wê hêna jî nehatiye diyarkirin, li nêzî taxa Kargîn a bajarokê Guneykayayê kontrola xwe winda kir û wergeriya.

Piştî Xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, AFAD (Desteya Rêvebiriya Bobelat û Rewşa Awarte) û cenderme ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di qezayê de ajokarê wesayîtê û 9 xwendekarên di otobusa dibistanê de birîndar bûn.

Piştî wergirtina dermankirina destpêkê li cihê bûyerê, birîndar bi ambûlansê ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyên bajêr. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin