Li Sêwasê otobûsa rêwîyan qulibî: 2 mirî, 18 birîndar

Li Sêwasê otobûsa rêwîyan qulibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Sêwas- Erzîncanê pêk hat.

Otobûsa ku di bin kontrola E.C.yê de bû û ji Yalovayê diçû Erzîncanê, li nêzê têketina navçeya Îmranliyê şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û qulibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme û AFADê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewlet a Îmranliyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin