Li Silêmanî operasyona tiryakê: Şikdar bi birîndarî hatin qefaltin

Li Silêmanîya Herêma Kurdistanê 2 kesên ku qaçaxçîtîya tiryakê dikirin, di encama pevçûna ku bi hêzên ewlehîyê re ketine de birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîya Teşkîlata Ewlehî ya Herêma Kurdistanê, Midurtîya Micadeleya bi Tiryakê re, bi tevî Midurtîya Ewlehî ya Silêmanî li dijî qaçaxçîyên tiryakê operasyon hatin kirin.

Hat destnîşankirin ku operasyon di seat 09.00an de li Taxa Serçinara Silêmanî hat lidarxistin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Şikdaran bi hêzên ewlehîyê re ketin nav pevçûnê. Di bûyerê de endamekî ewlehîyê û 2 şikdar birîndar bûn. Şikdarên ku qaçaxçîtîya tiryakê dikirin bi birîndarî hatin bidestxistin.”

Di operasyona ku hat lidarxistin de ji 14 kîloyê zêdetir tiryak hat bidestxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê