Li Silêmanî qeza: Ji heman malbatê 4 zarokan canê xwe ji dest dan, 5 kes birîndar bûn

Li bajara Silêmanîya Herêma Kurdistanê, wesayîtek ji ber ku şofêr wî hakimîyeta dîreksîyonê winda ku li dîregê qelibî, di encama qezayê de 4 zarokên qîzîn canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku qeza di seatên serê sibehê de li ser rêya Kelar-Bavenorê pêk hat. Sedema qezayê de jî hat îfadekirin ku ji ber şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kirîye ye.

Hat hînbûn ku ji 9 kesên ku di nav wesayîtê de bûn 4ê wan canê xwe ji dest dan. Yên ku canê xwe ji dest dane jî tev qîz in û ji heman malbatê ne.

Serhekîmê Nexweşxaneya Şehîd Hêjarê Rizgar Latîf, daxuyand ji qîzên ku canê xwe ji dest dane sê hebên wan xûşkê hev in û yê dinê jî dotmamê wan bûye.

Hat îfadekirin ku 5 kesên dinê jî ji nexweşxaneyê re hatine rakirin û dest bi tedawîya wan hatîye kirin. Derheqê rewşa birîndaran de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno