Li Sînopê têketina daristanan hat qedexekirin

Li giştîyê Sînopê, ji 1ê Hezîranê heta 31ê Cotmeha 2025an têketina daristanan hat qedexekirin.

Herêmên daristana Sînopê, ji ber tedbîrên şewatê qedexeya têketinê hat anîtin.

Di çarçoveya biryarê de, xeyn ji cîhên seyranê têketina hemû daristanê hatîye qedexekirin, tenê mirovên ku fealîyeta daristanîyê de dixebitin dikaribin bikevin nav daristanê û welatîyên ku îzîn girtine jî ew ê di bin hinek şert û mercan de dikaribin bikevin daristanê.

Ew ê di parqên tebîat û parqên daristanê ku Wezareta Daristan û Çandinîyê daye kirê de fealîyet berdewam bikin, encax dikandarên li wê derê jî mecbûr in ku li hember şewatê hemû tedbîran bigrin.

Xeyn ji vêya li van herêman bikaranîtina fener, meşale, agirbaz û teqemenîyên ku dibin sedema şewatê jî hatin qedexekirin.

Li ser rêyên ku derdorê daristanê ne jî sekin, bêhnvedan, seyran, kebap û semawer hatin qedexekirin. Mirovan ew ê nikaribin bi wesayîtên ATV, UTV û motoran jî bikevin daristanê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno