Li sînorê Bûrsa-Balikesîrê şewata daristanê: 2 gund hatin valakirin

Agirê ku li qadeke daristanî ya di navbera navçeya Dursunbey a Balikesirê û navçeya Buyukorhan a Bûrsayê de derketibû, belav bûbû û gundan tehdîd dikir. Taxên Bayiryuzuguney û Adaoren wek tedbîr hatin valakirin û du şikdar jî hatin binçavkirin.

Şewata daristanê ya li ser sînorê Bûrsa û Balikesirê her du wîlayet xistine rewşeke alarmê. Şewata ku di destpêkê de li qadeke çandiniyê ya nêzîkî taxa Bayiryuzuguney a navçeya Dursunbey a Balikesirê dest pê kir, bi lez belavî deverên daristanî bû. Ji ber ku agir bi lez belav bû, ji ber bayê, hem Bayiryuzuguney û hem jî taxa Adaoren a derdorê wek tedbîr hatin valakirin.

Agir gihîşt herêma nêzî gundê Dugunculerî ya navçeya Buyukorhan a Bûrsayê. Mudîriyetên Daristanên Herêma Bûrsa û Balıkesirê, digel îtfaîyeyan, sewqî herêmê kirin.

Mudaxeleya hewayî û bejahî

4 balafir, 4 helîkopter, 11 kamyonên avê, 6 kamyonên îtfaîyeyê û 5 wesayîtên peydakirina nan mudaxeleyî agir dikin, 174 personel jî li ser erdê bi buldozer, greyder û alavên înşaetê yên cûrbecûr beşdarî hewldanên vemirandina agir dibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin