Li gundê Taqiyan a navçeya Silopiya Şirnexê, çinîna genim û ceh bi hemû leza xwe berdewam dike.
Biçerên ku di saetên serê sibehê de dikevin nav erdan dest bi çinîna genim û cehan dikin.
Bi hatina havînê û bilindbûna pileyên germahiyê, demsala çinîna genim jî dest pê kiriye.
Li gundê Taqiyanê ku navê xwe ji berhemên zêde yên ku lê tê çandin digire, zeviyên genim û ceh zer bûne û cotkaran dest bi kar û barên giran kirine.
Cotkarên ku şev û roj li zeviyan dixebitin, diyar kirin ku tevî lêçûnên zêde yên têketinê jî, ew dev ji çandina erdê xwe bernedane û berhema ku wan îsal serê donimî bi dest xistiye wan kêfxweş kiriye. (ÎLKHA)