Li Şirnexê lehî û hezaz: Mal zirar dîtin, gelek heywan telef bûn

Li gundê Taşdelenê yê ser bi navçeya Qilaban (Uludere) a Şirnexê ve, barana şapî ya ku sê roj in bi bandor e, bû sedema lehî û şimitîna axê. Di encama vê karesatê de, gelek mal û kox (axur) zirar dîtin û bi dehan heywanên welatiyan telef bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, piştî barana zêde ya ku li herêmê bi bandor bû, li nêzî gundê Taşdelenê yê ser bi navçeya Qilabanê (Uludere) ve şimitîna axê (heyelan) pêk hat. Hat diyarkirin ku perçeyên ax û zinarên ku ji çiya qut bûne ber bi gund ve hatine û ava lehiyê jî bandoreke xerab li qadên rûniştinê kiriye.

Hate zanîn ku ji ber lehî û hezazê hinek mal, kargeh û kox (axur) zirar dîtine û gelek heywanên piçûk û mezin ên di koxan de telef bûne. Hate diyarkirin ku ji ber karesatê li gund zirareke mezin a maddî çêbûye û welatiyan bi derfetên xwe dest bi xebatên paqijkirin û rizgarkirinê kirine.

Piştî ku rewş ji rayedaran re hate ragihandin, tîmên saziyên peywendîdar sewqî herêmê hatin kirin. Tê hêvîkirin ku li gund xebatên tespîtkirina zirarê werin destpêkirin. Şîniyên gund diyar kirin ku wan yek ji baranên herî dijwar ên salên dawî dîtine û ji rayedaran daxwaza piştgiriyê kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin