Li navçeya Silopîya Şirnexê malekî şewitî: 5 jê zarok 7 kes birîndar bûn

Li Silopîyê di malekî de şewat derket, 5 jê zarok 7 kesên ku ji dûmanê tesîrdar bûn ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Li navçeya Silopîya Şirnexê di nav malekî de şewat derket.

Şewata ku li Taxa Barişê di nav malekî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare derket, di demeke kurt de mezin bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Şewat, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat vemirandin.

Di encama şewatê de 5 jê zarok 7 kesan ji dûmanê tesîrdar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Di nav mala ku şewitî de tiştekî nema û derheqê sedema derketine şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno