Li Şirnexê qezaya trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar

Li bajaroka Kasrîka Şirnexê, wesayîta sondajê ji rê derket û qelibî, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.

Qeza, li Çiyayê Gabarê alîyê bajaroka Kasrîkê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li ser rêya navenca hilberîna petrolê ya Şehît Esma Çevîkê, wesayîta sondajê ya bi plaqeya 72 AY 312 ji ber sedemeke ku hêj nediyare qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de Hasan A. (44) canê xwe ji dest da. Kesekî jî birîndar bû.

Hat îfadekirin ku li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên AFAD, tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewlet a Cizîrê re hatin rakirin.

Hat ragihandin ku Hasan A. Digel hemû midexeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar