Li Şirnexê wesayît gêrê şerempolê bû: 3 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Cizîra Şirnexê wesayîtekî gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê gundê Milgaya ser rêya Cizîra-Şirnexê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 06 EB 4237 ya ku di bin îdareya Mehmet Aytaş de bû, ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt û gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku Mehmet Aytaş (61), Leyla Aytaş (29), û Ceylan Aytaş (27) birîndar bûn, Nesrin Aytaş (26), Azîme Aytaş (64) û Sibel Aytaş jî li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewlet a Şirnexê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket