Li Siwêregê du birayên ku ji bo hênikbûnê ketin avê xeniqîn

Li navçeya Siwêregê ya Rihafê, M.Ç. yê 15 salî û E.Ç. yê 12 salî yên ku ji bo bêhnvedanê (tatîlê) hatibûn cem xizmên xwe, di Baraja Atatürkê de ku ji bo hênikbûnê ketibûnê xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer, li Gola Baraja Atatürkê ku dikeve nêzî Taxa Börüncekê ya gundewarê ser bi navçeya Siwêregê ve pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, M.Ç. (15) û E.Ç. (12) yên ku ji bo bêhnvedanê (tatîlê) ji Stenbolê hatibûn cem xizmên xwe, ji bo hênikbûnê ketin goşênûkê (golanê). Xizmên wan ku piştî demekê dîtin her du bira ji ber çavan winda bûn, rewş agahdarî Navenda Banga Acil a 112an kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên cenderme, tenduristî, AFAD, Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Rihayê (ŞUAK) û tîmên polêsên binav (nuxurvan) sewqî herêmê hatin kirin.

Di encama xebatên lêgerînê yên ku ji aliyê tîman û welatiyên li derdorê ve hatin meşandin de derket holê ku her du birayên ji avê hatin derxistin jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên M.Ç. û E.Ç. piştî lêkolînên li cihê bûyerê, ji bo karûbarên otopsiyê hatin rakirin morga nexweşxaneyê.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêberê xwarina tendurist di germên havînê de
Em ji hemû xizmetan bêpar hatin hiştin
Vakfê Yetiman Bingöl de rîyê yetiman da huyayene
4 kes birîndar bûn
Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.293 kesan