Li Spanyayê ji ber qutbûna ceryanê rewşa awarte hat îlankirin

Piştî qutbûna ceryanê ya ku li giştîyê Spanya û Portekîzê tesîrdar bû, Wezareta Karên Hindir yê Spanyayê Rewşa Awarte îlan kir.

Operastorê ceryana Spanyayê Red Electrica Espanola (REE), rast kir ku li giştîyê welat qutbûna ceryanê heye, ji bo ji nû ve temînkirina ceryanê xebat tên kirin. Niha li hinek herêmên Spanyayê ceryan tê dayîn.

Sedema zelal a qutbûna ceryanê nayê zanîn lê tê îddîakirin û li ser van îddîayan tê sekinandin ku ceryan ji ber nerehetîya voltajê an jî ji ber sedemeke şewatê ya li Fransayê dibe ku xetên ku ceryana zêde tê de ye zerarê dîtîbin. Rayedaran îfade kirin ku ew êrîşa sîberî jî lêkolîn dikin. Hikûmeta Spanyayê tehqîqatê da destpêkirin. Li kolanên Madrîdê tedbîrên ewlehîyê hatin zêdekirin.

Li Portekîzê jî bêceryanîyekî mezin tê jîyandin, metroya Lîzbonê jî hat girtin û seferên balafiran jî tesîrdar bûn. Rayedarên Portekîzî jî bal li ser nerehetîya şebekeyê li giştîyê Ewrûpayê kişandin.

Wezareta Tenduristîya Spanyayê, daxuyand ku nexweşxaneyan dest bi xizmetên alîkarîyê jî kirine. Karên tibbî yên ku ne acîlin jî hatin taloqkirin.

Di daxuyanîya herî dawîn a ku ji teref Red Electricayê ve hat belavkirin de hat îfadekirin dibe ku rewşa normalî dibe ku çend roj paşê be. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin