Li Spanyayê ji ber şilîyê 50 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarê Valencia yê Spanyayê ji ber barana zêde herî kêm 50 kes mirin.

Li gor nûçeya rojnameya ABC ya Spanyayê ku ji çavkaniyên polêsan ve hat bidestxistin, ji ber lehîya ku ji ber barana zêde li Valenciayê rabû herî kêm 50 kes mirin.

Asayîşa Sivîl ragihand ku ji ber lehîyê peywendîyên rêyên hesinî jî qut bûne.

Beriya niha jî Asayîşa Sivîl a Spanyayê derbarê 13 qurbanîyan de agahî dabû û ragihandibû ku ji ber felaketê di trafîka hesinî de qut bûye.

Hat diyarkirin ku li hinek herêman kesên asê mane hene û zêdeyî hezar leşker jî alîkarîya xebatên xelaskirinê kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno