Li Stenbolê bernameya “Ji 6-8ê Cotmehê Heta Tofana Eqsayê” hat lidarxistin

Ji teref Serokatîya Navçeya Bahçelîevlerê ya HUDA PARê ve bi sernavê “Ji 6-8ê Cotmehê Heta Tofana Eqsayê” bernameyek hat tertîpkirin.

Bername li Navenda Çanda Akîf Emreyê hat tertîpkirin û ji bernameyê re Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Mehmet Eşîn û gelek partîyî jî beşdarî bûn.

Serokê Navçeya Bahçelîevlerê yê HUDA PARê Ayhan Erensoy di bernameyê de axavtinek kir, “Bûyerên 6-8ê Cotmehê di dilê me de wek rojekî reş tê bîranîn. Wan rojan di kolanan de şîddet û kaos hebûn. Ya ku herî zêde di bîra me de cîh girt jî qetilkirina Yasîn Boruyê 16 salî û hevalên wî yên ku haya wan ji tiştekî tinebû û ji xwe re goştê qurbanê belav dikirin bûn.”

“Divê em vê mîsyonê bighînin hemû kesan”

Rojnameger Zulkuf Yel jî di bernameyê de axavtinek kir û destnîşan kir ji bona ku dîsa zilm çênebe tiştên ku di dîrokê de hatine kirin neyên jibîrkirin, “Divê ti qirkirin û zilma ku di dîrokê de pêk hatîye neyê jibîrkirin. Dema ku mexdûrê vê zilmê şehîd bin divê qet neyên jibîrkirin. Divê ew daîma bi rehmet werin yadkirin û em şopînerê mîsyona wan bin. Divê em bi tevî vêya vê doza xwe jî ji hemû kesan re qal bikin.”

Yel destnîşan kir ku sûca însanî ya ku li Dîyarbekirê xwe nîşan de berîya 7ê Cotmehê û piştî 7ê Cotmehê jî xwe li Filistînê nîşan dida, erdnigarî ferq nake û zalim daîma heman zalim e, ji bona ku Misilmanan ji holê rebikin çi ji destê wan were bikartînin.

“Ew dixwazin ku ummeta Îslamê bikin nav tabûtê”

Yel diyar kir zilma ku li Dîyarbekirê hat lidyadrxistin zêdetirê wî li Filistînê ê jîyandin, “Pêvajoya ku bi Tofana Eqsayê dest pê kir, ji merhaleyekî dinê re hat guhertin. Bi rastî ev herb û sûcên însanî yên ku têne jîyandin berîya qetlîamê jî hebûn. Ev herb di 7ê Cotmehê de dest pê nekir.”

“Hûnê ji bo Eqsayê kenqî tevbigerin”

Alimê Filistînî û parlamenterê berê yê HAMASê Merwan Ebû Ras jî di bernameyê de axavtinek kir û got, “Hûn jî dizanin ku em dûçarê qetlîam û qirkirinekî ku di dîrokê de mînaka wî tineye dibin. Dema ku wan îşxalkeran hatin ser erdên me mixabin hinek Misilman û welatên Ereban bi wan re hevkarîyê kirin. Di encama wê hevkarîyê de li dijî xûşk û birayên me qirkirinên ciddî pêk hatin. Dema ku Filistîn hat îşxalkirin, wan îşxalkeran operasyonên xwe yên li dijî Mescîdî Eqsayê zêde kirin û li wê derê îşxal kirin. Mescîdî Eqsa mulkekî tenê aîdê Misilmanan e. Ey Misilmano! Eqsa niha êsîr û bindest e… Hûnê kengî tevbigerin?”

“Ey ummeta Îslamê! Bi malên xwe û çekên xwe li cem micahîdên Xezzeyê bisekinin!”

Ebû Ras, “Armanca esil a micahîdên li Xezzeyê, şîyarkirina ummeta Îslamê ya ku di xew de ye. Cihûyî jî vêya baş dizanin û ji bona ku ummeta Îslamê şîyar nebe li Xezzeyê pîrek, zarok û îxtîyaran di qirkirinekî mezin de derbas dikin. Em jî wek Xezzeyîyan dipirsin, ‘Ey neferên ummeta Îslamê! Hûn çima bi malên xwe û çekên xwe li kêleka micahidên Xezzeyê nasekinin?”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar