Li Stenbolê bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin

Bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” ku her sal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li gelek bajar û navçeyan tê organîzekirin, li Uskudara Setnbolê jî hat tertîpkirin.

Zarokên ku di nimêja esrê de li Camîya Fevzîye Hatunê hatin cem hev, piştî nimêja ku bi cemaetî kirin bi pankartên ku li ser dihat nivîsandin, “Ewê Li Eqsaya Azad Nimêj Xweştir Be” û bi dirûşmên ku piştgirîyê didin berxwedan Xezzeyê heta Camîya Valîde-î Cedîd meşîyan.

Bername piştî meşê bi xwendina Qurana Pîroz ê ku ji teref Yusuf Yilmaz ve hat xwendin dest pê kir, û gelek zarok derheqê nimêjê de şiîr, hedîs û ayetan xwendin.

Di bernameyê de şanoyekî hat leyîstin û di şanoyê de şeytan, mirovên dinê ji nimêjê dûr dixist.

Ahmet Ozkiliç di bernameyê de derheqê ehemmîyeta nimêjê de axavtinek kir û destnîşan kir ku heger di biçûkatîyê de ji zarokan re nimêj were hînkirin ew ê zêdetir tesîra wê nimêjê li ser jiyana wan hebe.

Ozkiliç, diyar kir ku nimêj di şexsî û civakî de dibe wesîleya vejînê, nimêj ji bo muminan mîrac e û dibe wesîleya paqijîya menewî.

Ozkiliç derheqê ehemmîyeta Mescîdî Eqsayê de jî axavtinek kir û qetlîamên ku rejima îşxalker li wê derê pêk tîne jî bibîrxist.

Bername bi duaya ku ji teref Alî Demîr ve hat kirin dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar