Li Stenbolê di Gayrettepeyê de şewat derket: 29 mirî

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Stenbolê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku di seatên nîvroyê de li Gayrettepeyê di navenda ku bi şev kêf tê kirin de şewat derketîye û heta niha 29 kesan canê xwe ji dest dane.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat belavkirin de weha hat gotin:

“Di roja 02.04.2024an de di seat 12.47an de li Kolana Gundogduya Taxa Gayrettepeya navçeya Beşîktaşê di avahîyekî 16 qatî de şewat derketîye. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatine sewqkirin. Şewata ku sedema derketina wê nayê zanîn, bi midexeleya îtfaîyeyê hat tefandin û li gorî diyarîyên ewil 29 kesan canê xwe ji dest dane. Di şewatê de 1 jê jî giran birîndar bûn. Mirovên birîndar li nexweşxaneyê hatine sewqkirin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno