Li Stenbolê ji polêsan re bi asîtê êrîş hat kirin: 323 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di tehqîqata Şaredarîya Bajarê Mezin ê Stenbolê de vê êvarê di çalakîyan de 323 kes hatin binçavkirin.

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û derheqê çalakîyên ku têne kirin de agahîyan da.

Wezîr Yerlîkaya got, “Ew ê ji ti teşebûsekî ku zerarê bide duzena raya giştî re îzîn neyê dayîn” û îfade kir ku li Saraçhaneyê ji polêsekî re asît hat avêtin û polês birîndar bû.

Wezîr Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de weha got:

“Vê êvarê di çalakîyên ji bo tehqîqata Şaredarîya Bajarê Mezin a Stebolê têne kirin de 323 şikdar hatin binçavkirin. Ew ê ji ti teşebûsekî ku zerarê bide duzena raya giştî re îzîn neyê dayîn.

Li Saraçhaneyê di xwepêşandanên ku hatin kirin de ji polêsekî me re asît hat avêtin.

Ên ku bangî kolanan dikin bila baş bifikirin ku çi obal û mesulîyetekî hiqûqî digrin ser milên xwe.

Ez carekî dinê jî binê wî xêz dikim û dibêjim: Em ê tu dem ji wan kesên ku hizûr ewlehîya miletê me tehdîd dikin re û vandaltîyê re îzîn nedin.

Polêsên me, temînata hizûr û ewlehîya welatê me ye û bi vê armancê wezîfeyên xwe bicîh tînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar