Li Stenbolê mînîbusek qulibî: 5 mirî, 6 birîndar

Li Esenyurt a Stenbolê, di encama wergerandina mînîbusekê de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn û 3 jê giran 7 kes jî birîndar bûbûn. Hat îfadekirin ku ji birîndaran yek li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û hejmarê mirîyan derket 5 kesan.

Mînîbuseke servîsê ku li ser Bulvara Nazim Hîkmet a li Taxa Yeşîlkent a navçeya Esenyurt diçû, li kêleka rê kontrola xwe winda kir û wergeriya.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambulansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê, encamên destpêkê nîşan didin ku di encama qezaya ku ji ber barana zêde li zeviyeke vala mînîbusek wergeriya de 4 kes mirin û 3 jê giran 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîyên dawîn hejmarî mirîyan derket 5 kesan, birîndar jî bûn 6 kes. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno