Li Stenbolê operasyona DHKP-C: Xebatkarên şaredarîyê hatin binçavkirin

Li Stenbolê di operasyona hemwext a li dijî DHKP/Cyê da xebatkarên şaredariyê jî di nav da 32 şikdar hatin binçavkirin.

Li Stenbolê li dijî DHKP-C operasyon hat lidarxistin.

Di çarçoveya operasyonê da ji bo 38 şikdaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ji şikdaran 32 kes hatin binçavkirin.

Di lêpirsîna ku di koordînasyona Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê de hat kirin de derket holê ku rêxistinê di navbera salên 2014-2016an de bi şaredariyên Ataşehîr, Maltepe, Sariyer û Şîşliyê re têkilî danî û li ser navê rêxistinê daxwaza piştgiriya aborî kir.

Her wiha hat diyarkirin ku fîrmaya bi navê Kazova Tekstil ji ber ku xebatkarên wê ji kar hatine dûrxistin û heqdestên wan nehatine dayîn ji teref rêxistinê ve hatiye girtin.

Di nav şikdarên ku di operasyonê de hatin binçavkirin ji Şaredariya Ataşehîrê 3, ji Şaredariya Maltepeyê 5, ji Şaredariya Sariyerê 8 û ji Şaredariya Şîşliyê jî 8 şikdar hene ku maliyeyê didin DHKP-Cyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar