Li Stenbolê qezaya metrobusê: 22 birîndar

Li Stenbolê metrobusek li kesên ku li rawestgehê sekinîbûn qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 22 kes birîndar bûn.

 

Hat ragihandin li Haramîdedeya Stenbolê metrobusek li kesên ku li rawestgehê sekinîbûn qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 22 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 19.30an li rawestgeha metrobusê ya li Haramîdedeyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin metrobusê ku ji Beylîkduzuyê ber bi Topkapiyê ve diçû ji ber barana ku bariya şemitî li kesên ku li rawestgehê sekinîbûn qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 22 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin