Li Stenbolê teqîn: Hinek dikan û wesayît zirar dîtin

Li Gungorena Stenbolê, di seatên serê sibehê de di dikanekî de teqînek pêk hat.

Di atolyeya jêkirina lazerê ya ku di Kolana Saadeta Taxa Sanayîyê de ye de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqîn pêk hat.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin. Hat îfadekirin ku di encama teqînê de mirî an jî birîndar çênebûn lê 4 dikan û 2 wesayît zerarê dîtin.

Hêzên ewlehîyê li cîhê bûyerê tedbîran girtin, ekîb hêna jî li herêmê ne û lêkolînên xwe didomînin.

Hat îfadekirin ku ew ê sedema teqînê piştî lêkolînan bê daxuyandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin