Li Sûdanê êrîş li camîyê hat kirin: 5 kes hatin qetilkirin, gelek birîndar hene

Li Xartûma paytexta Sûdanê, Hêzên destek ên Bi Lez (HDK) êrîşî camîyekî kirin, di bomberdûmanê de 5 kes hatin qetilkirin.

Êrîş, li herêma Umdurmana Xartûmê pêk hat.

HDKyê ku bi artêşê re pevçûnê dike bi bombeyên topê êrîşî camîyekî kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji teref hikumeta Xartûmê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Mîlîsên îsyanker, doh di dema nimêja mexrîbê de li Taxa Kererîya Umdurmanê mirovên ku di camîyê de îbadetê dikirin bomberdûman kir.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 5 sîvîl hatine qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûne û di nav wan de zarok jî hene.

Li Sûdanê ji 15ê Nîsana 2023yan vir ve di navbera artêş û HDKê de pevçûn pêk têne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama pevçûnan de ji 20 hezarî zêdetir mirov canê xwe ji dest dane.

Hat îfadekirin ji ber pevçûnan hejmarê mirovên ku welat terk kirine jî 3 milyonî derbas kirine, yên ku di nav welat de ji cîhê xwe bûne jî 11 milyonî derbas kir.

Li welat, ji 25 milyonî zêdetir însan mihtacê alîkarîya însanî ne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê