Li Sûdanê hejmara penaberên nêzî 15 mîlyonî bû

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku hejmara penaberên ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê gihiştiye 15 mîlyonî.

Di raporta rêxistinê de hat gotin, "Hejmara giştî ya koçberan li gorî sala borî ji sedî 27 zêde bû û gihişte 11,6 milyon kesî, zêdetirî 3,3 milyon kes jî sînor derbas kirin û çûn welatên cîran."

Di raporê de her wiha hatîye gotin: “Ji 2,3 milyon malbatên awarebûyî ji sedî 84 pêwîstiya wan bi xwarinê heye û ji sedî 78ê wan malbatan jî pêdiviya wan bi tiştên nexwarinê û bi taybetî stargeh û sotemenîyê heye.”

Li gorî raporê, “Ji sedî 30ê nifûsa Sûdanê ji kesên ku li welatên cîran bûne penaber û li hundir koçber bûne pêk tê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin