Li Sûdanê şewba kolerayê: 83 mirî

Ji ber şewba kolerayê ku lu başurê Sûdanê belav bû 2 rojên dawî de 83 kes jiyana xwe ji dest dan.

Tora Doktorên Sûdanê yê sazîya civaka sivîl ragihandin ku, li wilayeta Nîla Sipî ya li başurê welate di 2 rojên dawî de 1197 weqayên kolerayê hatine taspîtkirin û li wilayetê ji ber şewbê 83 kes mirine.

Hat gotin ku ji ber ku şewb belav dibe rewşa sihetê ya li eyaleta Nîla Sipî her ku diçe xera dibe.

Bang li rayedarên tenduristiyê hat kirin ku gelek navendan vekin, kampanyayên hişyariyê xurt bikin, sûkan dezenfekte bikin û bi rêbazên kevneşopî rê li ber belavkirina ava vexwarinê bigirin.

Rêxistina Doktorên Bêsînor di daxuyanîya belav kirin de gotin ku, “Bi dehan kes mirin û 800î zêdetir kes jî li Nexweşxaneya Perwerdehîyê ya Kostîyê tedawîyê dibînin.”

Li gor daneyên Wezareta Sihetê, li temamê welat 53 hezar û 735 weqayên kolerayê hatine tespîtkirin û ji ber şewbe 1430 kes mirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar