Li Sûrîyeyê pevçûna di navbera rejim û muxalifan de dijwar bûn

Li bakurê Sûrîyeyê pevçûnên di navbera rejim û muxalifan de hene dijwartir bû.

Komên muxalifan îfade kirin ku, “Ji êrîşên Rûs û Sûrîyeyê ku hefteyên dawîn li Îdlîbê li dijî sîvîlan zêdetir bûne re bersivê dane”, li dijî rejima Sûrîyeyê êrîşên wan berdewam dike.

Komên muxalifan destnîşan kirin ku di êrîşên 27ê Mijdarê de hinek qesebeyên nêzê Helebê kirine bin kontrola xwe, heta nêzê Helebê jî çûne.

Muxalîfên ku êrîşî balafirgeha leşkerî ya Nayraba rojhilata Helebêye kirine, îddîa kirin ku li herêmê hinek gund û qesebeyan bidestxistine.

Hat îddîakirin ku di 28ê Mijdarê de rêya M5ê ku di navbera Şam û Helebê de ye ketîye bindestê muxalîfan, çarrêya M5 û M4an ku nêzê herêma Serakîp û qesebeya Zerbehê ye jî bidestxisine.

Çarrêya M5 û M4ê, Şamê pêşî girêdayê Lazkîyeyê, dûre jî girê Helebê dike.

Hêzên muxalîfan îddîa kirin ku ew tepik û herêmên ku ehemmîyeta wan a stratejîkî hene bidestxistine, ji navenda Helebê re jî çend kîlometre maye.

Muxalîfên ku piranîya Îdlîbê û hinek cîhên biçûk ên Heleb, Lazkîye û Hamayê kontrol dikin, rejimê sûcdar dikin ku rejima Sûrîyeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ji pevçûnan feyde digre û dixwaze ku cîhên di bin destê muxalîfan de ne bidestbixin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno