Li Swêdê êrîş li mizgeftê hat kirin

Di êrîşa çekdarî ya li Orebro ya Swêdê de herî kêm 2 kes birîndar bûn.

Polês li ser sûcekî tundûtûjî yê giran lêkolîn dike ku li nêzîkî mizgeftekê li bajarê Orebro yê navenda Swêdê qewimî.

Li gorî malpera polêsan, di dema êrîşê de dengê çekan hatiye bihîstin. Polêsan lêpirsîna destpêkê li ser hewldana kuştinê daye destpêkirin.

Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm du kes birîndar bûne.

Gelek hêzên tenduristiyê û dadweriyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her çiqas di derbarê bûyerê de hîn kes nehatiye binçavkirin jî, ji bo girtina kiryar lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin