Li Swêdê ji hoporlorê xwendina azana şerîf qedexe ye

Ji hoporlorê xwendina azana şerîf li Swêdê qedexe ye.

Li Swêdê li temamê mizgeftan ji hoporloran xwendina azana şerîf berî niha hatibû qedexekirin ku ev qedexe hêj berdewam e. Bes di sala 2013an de ev qedexe cara ewoş hebikî hat sistkirin. Digel vê sistkirinê destûr hat dayîn li Mizgefta Mezin a li Stockholmê berîya nimêja înê azana şerîf bê xwendin.

Mislimanên ku li Vaxjoya bajêra Swêdê dijîn jî bo karibin berîya nimêja înê ji hoporlorê azana şerîf bixwînin serî li ewlehîyê dan. Piştî serîlêdanên Mizgefta Araby ji dêra Swêdê daxuyanîya piştgirîyê hat dayîn.

Fredrîk Modeusê Serekpîskoposê bajêra Vaxjoyê derbarê mijarê de diyar kir “Ez bêsebrî li hêvîyê me li bajarê me digel dengê zingila dêrê dengê azana şerîf bibihîzim.”

Cara ewil berî vê 5 salan destûr hatibû dayîn ku berîya nimêja înê azana şerîf bê xwendin. Herî dawî berî vê 3 mehan ji Mizgefta Komeleya Çanda Îslamî ya ku aîdî Boşnakan e re destûr hatibûm dayîn ku ji hoporlorê 5 wextan azana şerîf bê xwendin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin