Li Tirkîyeyê di hin bajaran de perwerdehî ji ber berfê sekinî

Piştî hişyarîyên ji teref Midurtîya Giştî ya Meteorolojîyê hat kirin di gelek bajaran de barîna berfê bi tesîrdar bû. Ji ber barana berfê ya zêde ji teref walîtîyan ve derheqê betlana perwerdehîyê de daxuyanî hat dayîn.

Piştî hişyarîyên ji teref Midurtîya Giştî ya Meteorolojîyê hat kirin di gelek bajaran de barîna berfê bi tesîrdar bû

SEQERYA-HENDEK

Li hin dibistanên navçeya Hendek a Sakaryayê ji ber barîna berfê perwerdehî 2 rojan hat sekinandin.

Her wiha li taxên Dîkmen, Bakacak, Kurtuluş, Karadere, Dededuzû, Pazarcik, Yeşîlyayla, Aksu, Muradiye û Hicriyeyê jî 2 rojan perwerdeya seyar hat sekinandin.

GUMUŞXANE

Li Gumuşhaneyê ji ber berfê sibe li hemû dibistanan perwerde hat sekinandin.

ORDU

Li taxên Aybasti, Golkoy, Gurgentepe, Korgan û Mesûdîye bi temamî dibistan ji bo sibê hatin girtin. Li taxên Akkuş, Çamaş, Çaybaşi, Îkîzce, Kabaduz ve Ulubey hinek dibistan hatin betlankirin.

QEYSERÎ

Li Qeyseriyê ji ber barîna berfê û şert û mercên nebaş ên hewayê perwerdeya sibê hat sekinandin.

SÊWAS

Li Sêwasê ji ber barîna berfê sibe li seranserê parêzgehê perwerde li dibistanan hat sekinandin.

EDENA

Li navçeya Tûfanbeylî ya Edeneyê ji ber barîna berfê wê sibê perwerdeya sewqê bê rawestandin.

Duzce

Li Dûzceyê ji ber berfê perwerdehî 1 roj hat sekinandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar