Li Venezuelayê qeyrana xurekê

Li Venezuelayê her ku diçe qeyrana xurekê zêde dibe û li welat talan jî dest pê kir.

Hat ragihandin ji ber qeyrana xurekê ya ku bi salan e li Venezuelayê berdewam dike li welêt bûyerên talanê dest pê kirin.

Li başûrêrojhilat welat li bajêra Cîudad Guayanaya Venezuealayê ji ber qeyrana xurek û erzaqê ku xelk di warê temînkirina wan de gelek zêde zehmetîyan dikşînin ev du roj in ku bûyerên talanê destd pê kirin.  Li gor agahîyan di van çend rojên dawî de gelek dikan hatin talan û şelandin.

Wezîfedarên ewlehîyê hewil didin tedbîran bistînin da  ku li ber talankirinan bigrin, lê belê gelek zêde zehmetîyê dikşînin.

Li ber marketan rêzikên divûdirêj pêk hatin. Sala borî pereyê welat li ber dolara Amerîka ji sedî 98 nirx winda kir.

Hikûmeta Maduro ji qeyrana ku pêk hatiye Amerîka û muxalefetê berpirsiyar nîşan dide. Amerîka vê yekê venaşêre û teleb dike ku hikûmeta Maduro ji wezîfê vekeşe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin