Li Wanê barîna berfê tesîrdar bû: 493 rê hatin girtin

Li Wanê ji seatên êvarê ve berf tesîrdar bû û bajarê spî kir. Ji ber barîna berfa zêde ji bi sedan rêyên îskanan ji çûnûhatinê re hatin girtin, li navçeyekî jî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Berfa ku li Wanê barîya jiyanî bi xerabî tesîrdar kir. Ji ber barîna berfê rêya 493 cîhan ji çûnûhatinê re hatin girtin, li Miksê jî perwerdehîyê hatin betalkirin.

Midûrtîya Herêma 14emîn a Meteorolojîyê, diyar kir ku ew ê heta nîvroyê berf tesîrdar be. Ji ber mij, qeşa û cemedê jî welatî hatin hişyarkirin.

Rêya 493 cîhan hatin girtin

Ji ber barîna berfa zêde li giştîyê wanê rêya 237 gundan û 256 mezrikan ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Li Miksê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn

Bi teybetî li navçeya Miksê berfeke tund barîya û jiyan bi xerabî tesîrdar bû, ji ber vê yekê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku li giştîyê bajêr micadeleya berfê hatîye destpêkirin. Rêyên ku hatine girtin yek bi yek têne vekirin.

Ji welatîyan re jî ji bo cemed, qeşa û mijê hişyarî hat dayîn ku bila baldar bin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno