Li Wanê bo Otobusa Pembe stand hat vekirin

Li Wanê ji teref Înîsîyatîfa Piştevanîya Sîwîl a Wanê ve ji bona ku ji pîrekan re otobusa pembe bê tahsîskirin standa îmzayê hat vekirin.

Ji teref Înîsîyatîfa Piştevanîya Sîwîl a Wanê ve li Wanê ji bona ku ji pîrekan re otobusên pembe bê tayînkirin standa îmzê hat vekirin. Wanîyan eleqeyeke mezin nîşanî standa ku hat vekirin dan û gotin ew ê sepaneke wisa dê di cî de be.

Haluk Înançê Berdevkê Heyamî yê Înîsîyatîfa Piştevanîya Sîwîl a Wanê derbarê mijarê de diyar kir pîrek di warê veguhastinê de gelek zêde mexdûrîyetan dijîn  û bo çareserîya van mexdûrîyetan divê otobusên pembe taybet bo pîrekan bê tahsîskirin.

“Divê ew telebên cîddî yên di vî warî de piştguh neyên kirin û çareserî bê dîtin”

Înaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev proje li gelek bajarên Tirkîyê û li gelek welatan tê sepandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ew telebên cîddî yên di vî warî de piştguh neyên kirin û çareserî bê dîtin. Divê seferên ku bes bo pîrekan bin bên destpêkirin.”

“ Em ji şaredarîyê dixwazin ku di vî warî de hesastir be”

Welatîyê bi navê Hakan Tanriverdî jî derbarê mijarê de diyar kir xelk ji şaredarîyê otobusa pembe teleb dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digel ku ez mêr bin jî ez gelek caran dema ku diçim zanîngehê gelek zêde zehmetîyê dikşînim ku rewşa pîrekan muhîmtir û nebaştir e. Îhtîmal e ku pîrek jî aciz dibin. Em ji şaredarîyê dixwazin ku di vî warî de hesastir be.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin