Li Wanê di mezinahîya 5,2yan de erdhej çêbû

AFADê ragihand ku erdhejek bi şîdeta 5.2 pileyî ku navenda wê li navçeya Tuşba ya Wanê bû, çêbûye.

Li navçeya Tuşpaya Wanê di saetên sibehê de erdhejek bi mezinahiya 5,2 pêk hat. Erdhej li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin. AFAD’ê daxuyand ku li gorî tespîtên pêşîn tu rewşeke neyînî nîne.

Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD), erdhej di saet 08.52’an de, nêzîkî 7 kîlometre di binê erdê de pêk hat. Hejîn (lerzîn) ji bilî Wanê, li Agirî, Bedlîs, Îdir û Colemêrgê jî hat hîskirin.

Di daxuyaniya AFAD’ê de wiha hat gotin: “Piştî erdheja bi mezinahiya 5,2 ya ku li navçeya me ya Tuşpaya Wanê pêk hat, heta niha tu rewşeke neyînî nîne. Xebatên lêkolîna li qadê berdewam dikin.” Rayedaran ragihand ku tîm lêkolînên xwe yên li herêmê didomînin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno