Li roja duşemê 24ê tebaxê di şerê bi berd û daran de ku li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgirî ya Wanê di navbera du malbatan de derketibû de ciwanê ku bi giranî birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
Nîqaşa ku di navbera du malbatên xinamî de derketibû di demeke kurt de mezin bûbû û veguhertibû şerê bi kevir û daran û di encamê de yek jê bi giranî du kes birîndar bûbûn.
Li gorî zanîna ku hat bidestxistin, A. Ç. yê 22 salî ku ji ber derbên ku li serê xwe girtibûn xwênrêjiyeke mêjî derbas kiribû, li Navenda Bijîşkî ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê dihat tedawîkirin.
A. Ç. yê ku tevî hemû mudaxaleyan nehat rizgarikirin, 3 roj piştî derba ku girtibû jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê A. Ç. di dê li Bêgirî bête veşartin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.