Li Wanê du wesayît li hev qelibîn: 4 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Ebexa Wanê, du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Demîrcîka ser rêya Ebex-Bazîdê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 04 B 0156 ya ku di bin îdareya S.A. de û wesayîta bi plaqeya 34 DCM 607 ya ku di bin îdareya A.O. de bû serî li serî li hev qelibîn.

Di encama qezayê de A.O., H.Y. û H.Ç. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, mirovên birîndar S.A., Z.A. û N.A. jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku ji birîndaran mirovekî ku nasnameya wî nehat bidestxistin ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Cenazeyên mirîyan jî ji bo otopsîyê ji merga nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin